ÇÎROK A ZIYARET A OLÎGOL – FİRAZ BARAN

38

Qiseker: Hüseyin Bakır

Ziyaret a Olîgol li Elbîstanê navdar e. Ziyaret a zarokan e û li ser çiyayê Nuqrêq (Nurhak) e. Li Elbîstanê gelek lawikan navê xwe Olîgol e. Ji ber ku navên bi kurdî li Tirkiye qedexe bûn li ser nasnameya fermî Aligül hate nivîsandin. Ji gundê Marikon jî gelek kesan navê xwe Olîgol e. Ji vî gundî Hüseyin Bakır li ser ziyaretê wisa axivî:

***

Li gorî rivayetê Olîgol şivanê axa ye. Mezin dibe û aşix a keça axa dibe. Keçik jî Olîgol hezdike. Lê wekî her çîrokê axayan axayê Olîgol jî keça xwe neda şivanê xwe.

Zivistan bûye. Rojekê Olîgol û keç bi hespekî ve direvin û ber bi çiyayê Nuqrêq diçin. Berf hebûye û dinya jî sar bûye. Piştî demekê hesp osan (diweste) dibe. Zilamên axa jî paş wan da dihatine. Olîgol çiyayê Nuqrêq mezdike û ber bi herî jor diçin. Li herî jor golek û şikeftek hebûye. Ji ber ku dinya sar e Olîgol, evîna xwe û hesp dikevin şikeftê. Îro em ji ve keviştê re dibêjin “Kevişta Lawik û Keçik.” Olîgol, keçik û hesp li keviştê dicemidin û can didin. Olîgol dema ku can bide wisa gotiye: „Ez nemirim li tiyan / Ez nemirim li birçiyan/ Ez mirim li nalîna çiyan.“

LI SER ZIYARETÊ ÇI HEYE?

Ziyaret a Olîgol li ser çiyayê Nuqrêq e. Cîhekî wolkanîk e. Li wêderê golek heye. Sê hêla golê zinarên bilind hene. Peşiya zinaran Kevişta Lawik û Keçik heye. Ev kevişt ziyaret e. Loqma li keviştê tên belavkirin. Taybetî jî kesên ku zarokên xwe nedibin diçin.

Nezî ve şikeftê 40 Çav heye. Ev jî zinarek e û 40 helan de av derdikeve.

Dîsa nêzî ziyaretê mevkiya Şevadar heye. Ev cîh jî balkeş e. Ava xwe di şevê de derdikeve û rojê winda dibe. Ji bo ve jî em dibêjin Şeva-Dar.

LI MARIKAN NAVÊ OLÎGOL

Ziyaret a Olîgol li gundê me tê dîtin. Lê dûr e. Bi peya herî kem 6 seat diajo. Gundê me mirov dikare bêje li her malekê Olîgolek heye. Wek mînak apê min, pismamê min, ciranê min Olîgol e. Em çawa tevlîhev nakin? Em herkesî bi navê malbatê binavdikin. Wek mînak:

Olîgolî Molê Cumike

Olîgolî Molê Îbe

Olîgolî Molê Bozo

Olîgolî Molê Îsko

Olîgolî Molê Çevraş

Olîgolî Molê Mistî Waysal

Olîgolî Molê Xirt Hasan

Olîgolî Molê Tocimî…

Li Ser Wateya Olî

Olî na Alî ye. Olî navekî kurdî ye. Kurmancî ol wateya xwe dîn e. Olî jî bawermend e. Ango î mensubiyet e. Wek mînak: Nurî Dêrsimî, Melayê Cizîrî, Bab Tahîrê Hemadanî.

Bi dimilkî jî Olî navê Xwedê ye. Wek mînak: Li Dêrsimê serê sibehê mirov ber bi rojê wisa hewîş (dua) dikin: “Ya Tîja Olî”, “Ya Sûrate Olî”.

Ev jî manîdar e. Ji ber ku li Kurdistanê hezaran salin roj wek Xweda tê hesibandin.

* Di dema antîk de baweriya Zervan li Kurdistanê populer bû. Ahura Mazda (roj) zarokê Zervan bû. Ahura Mazda nûra Zervan temsîl dikir.

* Piştî Zervan baweriya Mîtra populer bû. Xwedayê baweriya Mîtrayê Roj bû.

* Dîsa di dema baweriya Zerdeşt jî Roj Xweda bû.

* Îro jî Êzidî berê xwe didin Rojê û dua dikin.

Li Elbîstan û Markazê navê Olî gelek in. Mirov dikare bêje li her malê Olî hene. Çima? Li gorî min ev 6 hezar salin Kurd rojê bawer dikin. Îro jî wateya dîn ol e. Ango roj wek dînê me ye. Ji bo ve jî em navê wê digirin. Ger lawik be em dibêjin “Olî”, ger keç be em dibêjin “Roj.”

Yorum Yaz