Hemadî Mamadî Haydke/Ocaxê Maran

65

Qiseker: Basa Sur

Basa Sur di sala 1940an de ji dayîk bû. Ji gundê Maxsiyan e. Xasiya min e. Di sala 2011’an de li bajarê Stuttgartê em axivîn. Van agahiyan da:
***
Hemadî Mamadî Haydke li gundê Gokçayirê û ji mezraya Bozdare ye. Em bi axê derûdora malê wan asûmê çêdikin.

Asûm çiye û çawa tê çêkirin?
Tu axê taveje avê û tevdide. Ew dibe asûm. Em dikarin bêjin ku asûm ava pîroz e.
* Ger em nixweş bikevin emê asûmê vexwin.
* Ger me derûdora mala xwe marek dît emê asûmê biweşînin. Piştî asûmkirinê mar diçe.
* Dema ku heywanên me nixweş dibin emê asûmê pêdin. (E vexwin)

Kovirê Filitî
Wextê ku em diçin Gokçayirê em bi xwe re axê asûmê jî tînin. 25-30 sal berê marekî kovirekê me girt. (Kovir: Pezê yek salî) Min bi wê axê asûm çêkir. Wê avê min da wî kovirî û filitî.

Bûk Xweş Bû
Derûdora Gokçayirê gundên Tirkan jî hene. Di van gundan marekî jinekê digire. Doxtor nikarin çarekê bibînin. Dibin malê Hemadî Mamadî Haydke. Ew asûm çêdikin û jinik xweş dibe.
Hemadî Mamadî Haydke xalê dayîka min bû. Di sala 1965-66an de çû Haq. Mezelê xwe li Bozdare ye. Ew di heman demê de rêberê me bû. Mistkî Şekir pîr, Ayle Seyîd jî murşîdê me bû.

Yorum Yaz