Gundê Kistikan û Nirxên Olî

41

Bi Mamkî Malê Olî Korike ve Hevpeyvîn

Di 17ê Qanûn a 2018an de ez çûm bajarê Almanya Kaarstê û li ser gundê Kistikan hevpeyvînek çêkir. Li ser gund Mamkî Malê Olî Korike û xanima xwe amojina Sevgül Polat agahî dan. Nivîs axaftinen wan in. Ev nivîs xebat a Dîrok a Devkî ye. Ji bo vê hevpeyvînê hevalê min Sawaş Polat alîkarî kir. Zor spas Sawaş. Mamkî Malê Olî Korike berê li ser gund, paşê jî li ser nirxên olî ev agahî dan:

***

Kistikan

Qiseker: Mamkî Molê Olî Korike

Kistikan gundekî Elbîstanê ye. Kistik avakarê gundê me ye. Taqrîben 25300 sal berê ji Qasiman (Kûrecîgê) hatiye û bi cîh bûye. Çar lawên xwe dibin: Pîr, Haso, Çew û Çopir. Dem derbas dibe û sê taxên gund ava dibin: Pîran, Tûtan û Hasanan. Malbatên Pîran û Hasanan neviyên Kistik in. Malbatên Tûtan jî neviyên Tûto ne. Tûto jî ji gundê Sariaci (Akçadax) hatiye û bi cîh bûye.

Ez neviyê Pîr im. Wek mînak dar a malbatê min wisa ye: Neviyê min Havîn e. Lawê min Savaş. Ez Mamo, bavê min Olî, bavkalê min Haso û bavê wî jî Ollo ye. Navê bavkalê min Haso ye lê wek lakap ji ber ku bejna xwe qut bû digotin Korik. Dema berê mirovên bêlakap tunebûn. Ew çand jî îro radibe.

Dema zarokatiya min Kistikan 90 mal hebûn. 40-50 mal li taxê Pîran, 15-20 mal li taxê Tûtan û malbatên din jî taxê Hasanan diman. Îro ew 90 mal dibe ku bûn hezar mal. Lê piraniya wan li derveyî welat in. Piranî jî li Swisrê û bajarê Londonê dimînin.

1- Ziyaret a Kistikan

Qiseker: Mamkî Malê Olî Korike

Li jorî gund e. Daraka givîc e. Li wêderê mezelek hebû. Li kî li mezel radize em nizanin. Xezînager mezel kolandin. Çîrok wisa ye: Berî darbeya leşkerî (12ê Îlon a 1980 li Tirkiye darbeya leşkerî çêbû) dû kes tene gundê me. Rasta Pîrka Mêl dibin. Jê re dibêjin:

– Zarokê me nabe. Em dixwazin biçin ziyaretê.

Pîrka Mêl jî bang li dû zarokan dike û dibêje:

– Cîhê ziyaretê nîşanî apên xwe bidin.

Zarok wan zilaman dibin ziyaretê. Roja din me dît ku hêla serê mezel kolandin e. Lê te bê ku wek biroşek derxistin e. Rêça biroşekê hebû. Di nav mezel de hestî jî tunebûn. Gundiyên me bawer dikirin ku wan xezîne derxistiye. Ji ber ku destpêka sedsala 20an Ermenî cîranên me bûne. Gundiyan digotin, “Wan xezîneyên xwe li ber ziyaretê weşartin. Newiyên wan jî hatin û birin.” Lê rastiyê em nizanin.

 

2- Fadîmê Malê Şare Asum Dikir

Qiseker: Mamkî Malê Olî Korike

Asum a xwe ji bo gazkirina maran baş dibû. Dema ku ez zarok bûm xaltîka Fadîme 70 salî hebû. Paşê keça xwe Îsê asum çêkir. Yek jî xaltîka Fadîme doxtora gund bû. Ji bo nixwaşiyan merhem çêdikir.

 

3- Bavê Min Miristan Radikir

Qiseker: Mamkî Malê Olî Korike

Bavê min Olî Korike miristan radikir. Bi qalemê boyax roja çarşem dinivîsand. Bavê min nivîsê kevn dizanî. Dema ku miristan radikir nivîsek jî dixwend. Bavê min di sala 1974an de çû Haq. 57-58 salî bû. Nixwaşiya cîgerê lê hebû.

 

4- Gundê Dawrê Çiwon û Opî Kol

Qiseker: Mamkî Malê Olî Korike

Gundê Kistikan di navbera dû gundên Dada ne. Hêlekê me gundê Qantarma (Kantarma), hêlekê me jî gundê Dawrê Çiwon heye. Dadayê me ji Dawrê Çiwon dihatin. Li wî gundî Ocaxê Pabûce û Ocaxî Opî Kol jî heye.

Dema ku ez zarok bûm Opî Kol kal bû. Rûyên xwe dirêj bûn. Mirovek rehet û giranbiha bû. Herkesî jê hezdikir.

 

5- Xewirandin û Ocaxî Pabûcê

Qiseker: Sevgül Polat

20 salî bûm û ez hertim dixewirîm. Xasiya min min bir a ocêx. Tu diçe ocêx û li wêderê radize. Pabûc a wan heye. Pabûcê dikin bin balîfa te. Min jî wisa kir. Berê birojane ez dixewirîm. Piştî wê kêm bû û her ku çû ez xweş bûm.

 

6- Newiyê Dada Îsmaîlê Komunîst û Çîrok a Pabûcê

Qiseker: Mamkî Malê Olî Korike

Li Kurecîge gundê Dedeyazi heye. Piyekî dadê gundê Dawrê Çiwon li vî gundî bicîh bûn. Ew jî dada ne. Lawê wan Îsmaîl  di 12ê Îlonê de hat girtin.  Eşkenceyên giran dît û felc derbas kir. Ger tu nixwaş dibe tu diçe ocaxî pabûc e. Lê Îsmaîl nikarîbû bimeşe. Loma pabûc ji gundê Dawrê Çiwon derxistin û anîn malê bavê Îsmaîl. Îsmaîl komunîst bû. Got:

– Çi feydayê ve ji min bibe.

Gel jî got:

– Îtîqata te tune ye. Pabûc nasekine.

Bi rastî jî pabûcê dikin bin balîfê. Lê dibe mar û li wê malê derdikeve. Li Akçadaxê dikeve rê û tê gundê Dawrê Çiwon. Şahîdê vê bûyerê îro jî dijîn. Mirov dikare wan jî bibirse.

 

7- Tîllî Dada

Qiseker: Mamkî Malê Olî Korike

Dadê malbatê me li gundê Dawrê Çiwon rûdînin. Dema zarokatiya min dû bira bûn. Ji dadayê bavê min Aliyê Tîllî Dada bû. Birayê xwe Misto jî diçû talîban. Tîllî Dada kesekî dirêj û rûyê xwe spî bû. Ez zarok bûm, Tîllî Dada 50 salî hebû. Ew newiyê Dewrê Çib in. Bav û kalên me digotin: “Sînamîl cem Dewrê Çib dima.”

Yorum Yaz