Gundê Kistikan û Nirxên Olî -Beşa Dûyem

35

Qiseker: Mamkî Molê Olî Korike û Sevgül Polat

 

8- Mar û Çîroka Xaltîka Sevgül

Qiseker: Sevgül Polat

Sala 1971 bû. Keça min 6 mehî bû. Tiyê min li zeviyê dixebitî. Min xwarina wî bir. Xweva min hat û ez li zeviyê razîm. Ez rabûm ku serê min wek balonekê bûye.

Destê min jî reng bi reng bûye. Li wêderê holikek hebû. Ez çûme holik e. Meta Mehmet min dît û got, “Mar te alastiye.” Cîhê ku nefesa xwe dabû nîşan kir. Rengên piyê min di sûratê min de jî hebûn.

Meta Mehmet got: “Em biçin cem pîr a Îsê. Bila asûmê lêbide.”

Mast û şîrê teze anî û dan min. (Sê roj jî min şîr neda keça xwe.)

Di wê navberê de ciwanên gund hatin û henekên xwe bi min re kirin.

“Dibe ku mar aşixa te bû.” Danî êvarê dengek hat. Wek zarokan digîriya. Me mezekir ku marekî bi reng e. Min birin hundir. Ciwanan jî li ber derî sekinîn. Mar digiriya û ber bi min dihat. Henekê ciwanan rast derket. Herkesî mar temaşa dikir. Ciwanan bang kirin û gotin, “Dixwaze bikeve hûndir.” Û heman demê de êrîşî mar kirin. Mar birîndar bû lê dîsa dixwest were cem min. Paşê ciwanan serê wî jêkirin. Lê serî ji ber bi min hat. Ez ditirsiyam. Paşê mir û birin binax kirin.

Pîr a Îsê hat. Cem wê qiloça maran hebû. Satilek av anîn û wê qiloçê avet nav avê. Ew av wisa asûm dibe. Paşê jî wê asûmê avet serî û bejna min.

Ciwanan dîsa dest bi axaftinê kirin. Lê vê carê henek nedikirin.

– Me mar kuşt. Niha hevala wî e were.

Bi rastî jî serê sibehê hevala wî hat. Ciwanan min dan ser holikê. Ew mar jî bi rengê zer bû. Wek dinan hevalê xwe digeriya. Hetanî cem holikê hat û xwest were ba min. Êrîşê ciwanan jî kir. Ciwan jî mecbûr man û wê jî kuştin.

Rojên destpekê min di xwewnên xwe de marê yekem ditît. Meta Mehmet got, “Xwezî te fîstanek an eşarbek li wê danîba.” Li gorî gotinan dibêjin ku mar tê û di nav kincan de te nabînî û te nagere. Hin mar jî dikevin tengahiyê û dimirin. Me ev bûyer zindî jiyan kir.

 

9- Olîgol Dada Birîndar Dibe

Qiseker: Mamkî Molê Olî Korike

Bê tembûr cem nayê meşandin. Taybetmendiyek dadayên heremê me ev e: Piraniya wan dada û zakîr in. Di navbera salên 1970-1980an de çepên Tirk hatin û di nav ciwanên me de xwe rêxistin kirin. Piştî ku ew hatin dadayên me nikarîbûn ku ceman gire bidin. Ger cem nebû bawerî birîndar dibe.

Di heremê me de bûyerek çêbû û herkesî xemgîn kir. Çepên Tirk kêr avetin rûyê Olîgol Dada. Olîgol Dada jî mirovek wek pexamberan bû. Herkesî jê hezdikir. Hin ciwanên heremê jî destek dabûn wan. Garbis Altinoglu hebû. Aligirên wî ev bûyer kir.

 

 

10- Hasanê Din

Qiseker: Mamkî Molê Olî Korike

Wexte kû ez zarok bûm, Hasanê Din 50-60 salî bû. Ew ji gundê me ye. Çîrokê wî jî balkeş e.

Gundiyên me bi hev re diçin bajarê Antakyayê û li zeviyan dixebitin. Hasanê Din jî di nav wan de ye. Rojekê dixewirîn e. Gel dibêje “Mirî ye.” Û binax dikin. Li ser wî jî wek xaçî text danîne û ax avetine. Hasanê Din çavê xwe vedike ku text li ser in. Bi destên xwe wan textan vedike û ax tê. Axê tavêje bin xwe. Û hêdî hêdî li mezêl vedike û derdikeve.

Paşê jî diçe ber gundiyên me. Gundî ji dûrava wî dibînin û ditirsin. Dibêjin “Ev hortlax e.” Destê wan de orax û tirpan hebûne. Wan radikin û xwe diparêzin. Hasane Din bang dike:

– Netirsin. Ez nexortlax im. Axiriyê de ketibûm. Rabûm û niha baş im.

Gundiyên me jê bawer nakin. Serê mirîşkekê tavejin ber Hasane Din û di nav xwe de dibêjin: “Ger xwer bizanin ku xortlax e.”

Hasane Din jî ji wan dikene: “Hûn çidikin? Wisa nekin. Ji min bawer kin.”

Li ser vê axaftinê tirpanên xwe dîtînin. Lê piştî vê bûyerê Hasane Din hevjina xwe re got: “Êdî tu dayîka min-xwûşka min e.” Û her tim li ser rêyan bû. Gund bi gund bi dewreşan re tevdigerî.

 

11- Hemî Tozi Di Nav Golê de Hiştin

Qiseker: Mamkî Molê Olî Korike

Hemî Tozi kufurbaz bû. Tenê digeriya. Xiravî netixwest. Hinkesan wek Xwedê wî bawer dikirin. Gelek kesan dixwest dû wî bigere. Lê wî nedixwest. Ji ber ku kufurbaz bû rojekê gundiyên Hasanoliyan lê hêrs dikevin û di nîve şevê wî dibin nav ava golê dihelin. Zivistan bûye. Sibê radibin ku cîhê ku Hemî Tozi disekine av germ e.

Yorum Yaz