Elbistan û Markazê Li Ser Ocaxên Maran

0
257

Ocaxên Maran li Elbîstan û Markazê bi sê beşan pêk ten:

Kesên ku maran digirin,

Kesên ku asûmê dikin û

Kesen ku jahrê paqij dikin.

 

Kesên ku asûmê dikin jî di nav xwe de cureyên cûda derkevin pêş:

A- Kesên ku bi xaliya ezingan asûmê dikin. (Li gundê Sakaratê Atê Fat, li gundê Ambarê Malê Olle.)

B- Kesên ku axê ber malê û bin siterê asûmê dikin. (Li gundê Gokçayirê Hemadî Mamadî Haydke.)

C- Kesên ku bi BOYNUZÊ mar asûmê dikin. (Wek mînak Xacê Çeqil ji gundê Çimişê Gir/Kurecîgê.) BOYNUZÊ maran qesî didanê mezin ê mirovan e. Hêlekê xwe wek kêrê sêvan e. Hinek car mar li ber jinan herdû BOYNUZÊN xwe tavêjin. Yek jahr e, yek jî antî-jahr e. BOYNUZÊ cem Xacê Çeqil antî-jahr e. Dema ku asûmê bike ve BOYNUZÊ tavêje nav avê. 10 SANİYAN di nav avê de dimîne. Dibêje enerjiya BOYNUZÊ tevî avê dibe. Dema ku ew av di nav malê de hate weşandin mar wê enerjiyê nasdike û nayê wê malê.

D- Kesên ku bi duayan asûmê dikin. (Li gundê Pulyone Jêri Gûlê Oce.)

 

Şîrove

 

* Li gorî mîtolojiya Tewrat, Încîl û Kur’anê mar Adem û Havva dixapîne. Ji bo ve jî tê rexnekirin.

* Lê baweriya me na wisa ye: Taybetî Dêrsim, Elbîstan, Kurecîg û Markazê marên reş ê bêjahr wek zindiyê pîroz tê dîtin. Ger marekî reş li mal an zeviyê hêlînêk çekir destê xwe lê dirêj nakin.

Elbîstanê dibêjin „Ew malê me diparêze.” Li Markazê dibêjin „Marî reş zaroke Dadakî ye“. Li Kurecîgê dibêjin “Ew bereket a malê ye.” Li Dêrsimê jî dibêjin „Ew Marê Jarê ye“.

 

Çima?

Ji ber ku marê jarê marên bi jahr dixwe. Kurmikên bi jahr dixwe. Wisa xwe têr dike. Ango tabîatê ji bo me paqij dike. Dîsa êrîşê mirovan, mirîşkan, mangan û pez nake. Ger te êrîş nekir ew tiştekî nake û cem te derbas dibe û diçe.

* Dîsa fîgurê mar sembol a TIBBÊ modern e. Li Lalêş a Nûranî jî devî derî fîgur a marê reş heye.

* Taybetmendiyek balkeş a ocaxên maran jî ev e: Malbatên Dadan (Pîran) rêveberî piranî car destê meran e. Lê ocaxên maran kesên ku asûmê çêdikin piraniya wan jin in.

CEVAP VER

Lütfen yorumunuzu giriniz!
Lütfen isminizi buraya giriniz